Mesrûr Barzanî: Barzan navenda berevanî kirin ji mafên gelê Kurdistanê ye

8 hezar Barzanî ji aliyê rejîma Besê ve hatiye enfalkirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje hertim neyar êrîşî ser vê deverê û xelkê vê kirine.

Serokwezîrê Kurdistanê di salvegera enfal kirina 8 hezar Barzaniyan de peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Peyama Serokê hikûmetê yabo salvegera genocide kirina Barzaniyan

Di salvegera genocide kirina Barzaniyan de, bi rêzdarî ve tevahiya qurbaniyên pêla han ya neteweperestî yaku, ji aliyê rejîma Besê ve rastî hovanetirîn tawana qirkirinê hatine, bibîr tînin û ev tawana han destpêkek bû bo pêlên din yên enfalê li deverên Gerimiyan, Behdînan û kîmiyabaran kirina Helebcey û komkujiyên li deverên din yên Kurdistanê.

Devera Barzanê hertim navenda şoreş, raperîn û têkoşînê bûye bo berevanî kirin ji mafên gelê Kurdistanê, jiber vê çendê rastî çend pêlên wêran kirin, şewitandin û komkujiyan hatiye, lê neyar ti carî nikarîne rihê berxwedan, xwestek û îradeya azadîxwazane ya xelkê ji nav bibin. Heta îro devera Barzanê navenda berevanî kirin ji maf û daxwazên netewî û nîştimanî yên gelê Kurdistanê ye.

Hikûmeta herêma Kurdistanê di danûstandinên xwe yên li gel hikûmeta federalî de hertim li ser vê yekê ku, lazime malbet û kesûkarên qurbaniyên destê rejîma berê ya Îraqê bi awayeke hêja di warê madî û manewî de werin qerebûkirin, biîsrare.

Di vê bîranîna han ya xemnak de, rêzdariya xwe yabo xelkê Kurdistanê bi giştî û xelkê Hewlêr û derdorê bi taybetî diyar dikin ku, bi awayeke canmêrane bi hawara kesûkarên enfalkiriyên Barzanî ve çûn û hevkariya wan kirine.

Sere rêz û newazişê bo şehîdên enfalkirî yên Barzanî û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînin û hertim di hizra me dene.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

31 Tîrmeha 2024

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.