Herêmeke din ya nû li Îraqê tê ava kirin

komîteyeke 25 kesî jî bo amadekariyên kongreyê hatiye avakirin.
کوردستان TV
100%

15 Îlonê Sune kongreyeke girîng lidar dixin.

Hewldanên suneyên Îraqê bo ragihandina herêmeke sune weke herêma Kurdistanê berdewamin.

Di vê çarçoveyê de biryare roja 15ê Îlonê Siyasetmedar, kesatiyên diyar, Serok eşîr û oldarên suneyên Îraqê li bajarê Enbarê kongreyeke mezin û berfire bo nîqaş kirin li ser ava kirina herêma sune û diyarî kirina sînorên vê herêmê li dar bixin.

Bo amadekariyên kongreyê jî komîteyeke 25 kesî hatiye avakirin û tevahiya karûbarên amadekariyên kongreyê ji aliyê vê komîteyê ve têne cîhbicîhkirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.