Liv û tevgerên balefirxaneya Beyrûtê hatin rawestandin

Amerîka û Frense jî gerentî dane Libnanê.
کوردستان TV
100%

Eger heye Îsraîlê êrîş bike.

Li gor çapemeniya Libnanî piştî êrîşa hizbulahê bo ser gundên Îsraîlî li bilindahiyên Golanê, her gav eger heye Îsraîl dest bi êrîşeke berfire bo ser Libanê bike.

Çapemeniya Libnanî diyar kiriye ku, li ser biryarên hikûmeta Libnanê ji tirsa êrîşên Îsraîlê tevahiya liv û tevgerên nava balefirxaneya navnetewî ya Beyrûtê hatine rawestandin.

Ji aliyeke din her îro wezîrê derve yê Libnanê Ebdulah Bûhebîb jî ragihandibû ku, Amerîka û Franse gerentî dane Libnanê ku, êrîşên Îsraîlê demkurt û bo ser cîhên diyarîkirî dibin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.