Dibêje bila hêzên hevpeymanan ji Îraqê vekêşin.
Danûstandinên navbera Îraq, Amerîka û hevpeymaniya cîhanî yên taybet bi vekêşîna hêzên hevpeymaniya cîhanî li Îraqê dîsa destpê kirin.
Di vê derbarê de çapemeniya Îraqî eşkere kiriye ku, di rojên derbasbûyî de li Bexdayê civîneke din hatiye lidarxistin û behsa vê mijarê hatiye kirin.
Çapemeniya Îraqî li ser zarê rayedarên Îraqî diyar kiriye ku, vê hefteya pêşiya me Îraq bi fermî daxwaz ji Amerîka û hevpeymaniya cîhanî bike daku, hêzên xwe ji Îraqê vekêşin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin