Şîeyên Îraqê gef li suneyan dikin

dibêjin emê qanûna piraniya siyasî bikar bînin û Berbijêrek diyarî bikin.
کوردستان TV
100%

Heta niha sune lihev nehatine.

Kêşeya diyarî kirina Serokê parlementoya Îraqê ku, para suneyane hîn jî nehatiye çareserkirin û rixmî hewldan û civînên berdewam, heta niha aliyên sune bo diyarî kirina kesek bo postê Serokatiya parlementoyê, lê heta niha sune li ser kesek lihev nekirine û ev kêşe heta niha nehatiye çareserkirin.

Di vê derbarê de jî aliyên endam di nava çarçoveya hemahengî de ku, tevahiya wan şîene, gef li suneyan kirine û ragihandine ku, eger heta dema diyarîkirî li ser kesek bo postê Serokatiya parlementoyê lihev nekin, vê aliyên şîe ku, di nava parlementoyê dene piranîne, qanûna piraniya siyasî bikar bînin û ji xwe kesek bo vê postê berbijêr bikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.