Amerîka: Em piştîvaniya wan hewldanan nakin

Esed jî ji Erdogan re gotiye destpêkê ji Sûriyeyê vekêşe.
کوردستان TV
100%

Dibêje em bo xwe jî têkiliyên xwe li gel Sûriyeyê normal nakin.

Rixmî hewldanên berdewam yên Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê, lê heta niha ti encam nehatiye bidestxistin.

Her di vê derbarê de jî wezareta derve ya Amerîkayê ragihandiye ku, Amerîka piştîvaniya ti hewldanek bo normal kirina têkiliyan nake û Amerîka bo xwe jî têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê normal nake.

Weke tê zanîn Serokê Sûriyeyê jî beriya du rojan bi fermî bersifa Erdogan dabû û gotibû bila yekem car Tirkiye ji Sûriyeyê vekêşe û pişt re behsa normal kirinê bike. Duhê jî Serokkomarê Tirkiyeyê gotibû ku, normal kirina têkiliyan bo Tirkiyeyê gelek pêwîste.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.