Duhê bişev karwaneke din gehêşte Hesekê.
Li gor zaniyariyên berdest, şandina hêzên Amerîkî bo Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Amerîkayê ve berdewame û di vê çarçoveyê de duhê bişev karwaneke din ya 40 tirimbîlî ji Îraqê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.
Ajansên nûçeyan belav kirine ku, duhê bişev bi rêya deriya sînorî ya Welîd karwana hêzên Amerîkî ji Îraqê derbasî Rojavayê bûye û gehêştiye navendên leşkerî yên Amerîkî li Hesekê.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Amerîka du karwanên din yek bi rêya bejayî û yeke din jî bi rêya asmanî şandibû Rojavayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin