Îro li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Stephen Hitchen kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulusê giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê Andrew Bizley têde beşdar bû, balyozê Brîtanyayê li rêzdariya xwe ya li hember serdana Serok Barzanî ya bo Bexdayê û hevdîtinên wî yên li gel aliyên têkildar yên Îraqê anî ziman û ragihand ku, ew serdan bûye sedema dirustbûna rewşeke siyasî ya erênî di nav proseya siyasiya Iraqê de û serdanekî serkeftî bû.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa encamên serdana xwe ya Bexdayê kir û di derbarê proseya siyasiya Herêmê jî Serok Barzanî tekez li ser birêveçûna hilbijartina Parlemena Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî da kir.
Rûdan û pêşhatên herêmî û gefên terorê û paşeroja hebûna hêzên hevpeymanan mijareke dinê vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin