Duhê bi rêya deriya Welîd re derbas bûye.
Li gor zaniyariyên berdest, hevpeymaniya cîhanî berdewame li ser bihêztir kirina hêzên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê.
Di vê çarçoveyê de duhê karwaneke leşkerî ya hevpeymaniya cîhanî bi rêya deriya sînorî ya Welîd re derbasî Rojavayê bûye û gehêştiye gundewarên Hesekê.
Herwiha her duhê jî bi rêya balefireke qargo hevpeymaniya cîhanî karwaneke din ya leşkerî gehandiye devera Rimêlanê.
Ev karwana han bi rêya balefirgeha leşkerî ya Xirab Cîrê ya li Rimêlanê gehêştiye deverê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin