Komîsyona hilbijartinan huşdarî dide welatiyan

heta niha nêzî 3 miliyon dengder kertên dengdanê wer girtine.
کوردستان TV
100%

Dibêje îro dema diyarîkirî bi dawî dibe.

Komîsyona bilind ya hilbijartinan daxuyaniyek bela kiriye û têde huşdarî daye wan welatiyan ku, pencemora wan di dema dengdanê de nehatiye xwendin û deng nedane.

Komîsyonê diyar kiriye ku, beriya niha bo çareser kirina vê kêşeya han ku, rastî gelek Dengderan hatiye, gelek hewl dane û bo çareser kirinê jî demek hatibû diyarkirin û îro çarşem 10 Tîrmehê ev dem bi dawî dibe.

Komîsyon daxwaz ji wan dengderan kiriye ku, kêşeya pencemorê ya wan hebûye bo ku, serdana komîsyonê bikin daku, ev kêşeya han were çareserkirin.

Ji aliyeke din ve komîsyona hilbijartinan ya Îraqê ragihandiye ku, li Kurdistanê 3 miliyon û 789 hezar û 360 dengder hene ku, heta niha 2 miliyon û 901 hezar û 80 kes kartên dengdanê wergirtine.

Biryare 20ê Cotmehê li herêma Kurdistanê hilbijartin were kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.