Hinek ji wan Kurdên Rojavayê ne.
Li gor çapemeniya Cezayirê 12 welatiyên Sûrî yên ku, li Çola Cezayirê tirimbîla wan têkçûye li gel du welatiyên din yên Cezayirî canê xwe ji dest dane.
Çapemeniya Cezayirê li ser zarê rayedarên vê welatî belav kiriye ku, 12 welatiyên Sûrî yên ku, xwestine bi rêya Cezayirê biçin Ewrûpayê, li çola Cezayirê tirimbîla wan têkçûye û ev welatiyên han jî jiber rewşa dijwar ya keş û hewayê û herwiha jiber tî bûnê canê xwe ji dest dane.
Hin jêder qala vê yekê dikin ku, beşek ji wan kesên ku, canê xwe ji dest dane Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin