Dibêje mûçe bi zanebûn ji aliyê Îraqê ve nayê şandin.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di beşa yekem ya dîdara xwe ya li gel hijmareke şêniyên parêzgeha Silêmanî de behsa çend kêşe û arîşeyan kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku, kerameta mirov ji her tiştekê bibuhatire lewre lazime em kerameta xwe biparêzin.
Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku, hikûmet bêyî ti cudatî berdewam dibe li ser xizmet kirina welatiyên Kurdistanê û karwana ximzetkirinê bi ti awayî nayê rawestandin.
Derbarê kêşeya mûçeyê de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir, hikûmeta federalî heta niha weke pêwîst pêbendî destûr û rêkeftinan nebûye, Kurdistan tiştê ku, diket ser milê xwe bicîh aniye û niha lazime hikûmeta Îraqê jî bi heman awayî gavan bavêje û pêbendî rêkeftin û destûrê be.
Barzanî diyar kir ku, Bexda bi zanebûn şandina mûçeyê paş dixe jiber ku, dixwaze mûçe bike kêşeyeke sereke di nava raya giştî ya Kurd de bo ku, kêşeyên din yên bingehîn werin jibîrkirin.
Derbarê projeya hijmara min de jî Serokwezîr eşkere kir ku, ev proje xizmeta welatiyan dike û ewin ku, dijatiya vê projeyê dikin ne jiber berejwendiyên xelkê vê yekê dikin belku, liber berejwendiyên xwe yên siyasî vê yekê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin