Piştî civînê Serok Barzanî û Serokwezîrê Îraqê daxuyaniyeke hevbeş dan.
Di çarçoveya serdana xwe de bo Bexdayê, Serok Barzanî li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî civiya û piştî civînê jî Serok Barzanî û Sûdanî daxuyaniyeke hevbeş dan.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî di destpêka gotinên xwe de kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Serok Barzanî anî ziman û ragihand ku, ev serdana han gelek girînge û Serok Barzanî di nava prosesa siyasiya Îraqê de xwedan roleke girîng û erêniye û ev serdana han girîngiya xwe ya taybet heye.
Serok Barzanî jî rixmî diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdan û civîna han anî ziman ku, civîn civîneke baş û berhemdar bûye û spasiya Serokwezîrê federalî dikim bo hewldanên wî yên bo gehêştin bi rêkeftinan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin