Rewşa Libanê her diçe aloztir dibe

hizbulah jî dibêje emê çekên nû dijî Îsraîlê bikar bînin.
کوردستان TV
100%

Welatiyên biyanî ji Libnanê derdikevin.

Şerê berbelav yê di navbera Îsraîl û hizbulaha Libnanê de her diçe berfiretir dibe û Îsraîl xwe bo êrîş kirine ser Libnanê amade kiriye.

Ji egere destpê kirina şer, ji niha ve rewşa Libnanê aloz bûye û şêniyên vê welatî ketine nava fikarên mezin.

Ji aliyeke din ve welatên biyanî jî, welatiyên xwe yên li Libnanê bilez vedikêşin û di vê çarçoveyê de Kanada biryar daye 45 hezar welatiyên xwe ji Libnanê derbixe.

Ji aliyeke din ve welatên Erebî bi taybetî welatên Kedavê jî dest bi derxistina welatiyên xwe yên li Libnanê kirine.

Artêşa Îsraîlê dibêje em li benda fermana destpê kirina êrîşî ser hizbulahê ne û hikûmeta Îsraîlê jî dibêje lazime hizbulah jî mîna hemasê were ji navbirin.

Li hember de jî hizbulah dibêje em amadene bersifeke dijwar bidin Îsraîlê, jiber ku, çekên nû di destê me de hene û emê wan çekan bikar bînin.

Her di vê derbarê de rejîma Îranê ku, piştîvaniya hemasê jî dikir, ragihandiye ku, hizbulah xwedan karîne û dikare berevanî ji xwe û Libnanê bike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.