Biryareke Amerîkayê bûye sebeba fikaran li deverê de

niha nêzî 4 hezar leşkerên Amerîkî li Urdinê ne.
کوردستان TV
100%

Amerîka biryar daye hêzên xwe yên li Urdinê zêdetir bike.

Li gel dom kirina şerê navbera Hemas, Hizbulah û Îsraîlê de, hikûmeta Amerîkayê jî biryarek daye ku, bûye cîhê çê bûna fikaran li cem welatên Rojhilata Navîn.

Çapemeniya Erebî belav kiriye ku, Amerîka biryar daye daku, hijmara navendên xwe yên leşkerî û hijmara hêzên xwe yên leşkerî li Urdinê zêdeti bike.

Ji aliyeke din ve çapemeniya Amerîkayê jî diyar kiriye ku, niha hijmara hêzên leşkerî yên Amerîkî yên li Urdinê nêzî 4 hezar kese û hikûmet dixwaze ev hijmara han hîn zêdetir bike.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.