Iran dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike

Iran û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel berpirsê wezareta derve ya Îranê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel berpirsê wezareta derve ya Îranê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Berpirsê wezareta derve ya komara îslamiya Îranê birêz Elî Baqirî kir.

Me giftûgo derbarê pêşde birina têkliyên navbera herêma Kurdistanê û komara îslamiya Îranê kir û li ser pêşde birina têkiliyên du alî li ser esasê berejwendiyên hevbeş hemfikir bûn.

Rixmî dubarî diyar kirina hevxemiya xwe bo can ji dest dana Serokkomar û wezîrê derve yên komara îslamiya Îraqê û hevrêyên wan, hevdem me tekez li ser girîngiya pêşde birina têkiliyên li gel Îranê, parastina asayîş û aramiya Îraqê, herêma Kurdistanê û deverê kir.

Berpirsê wezareta derve ya komara îslamiya Îraqê jî xwesteke welatê xwe bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di tevahiya waran de diyar kir.

Herwiha spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir bo pêşkêş kirina hevkarî û karasaniyan bo oldarên Îranî yên ku, serdana cîhên pîroz yên li Başûr û naverasta Îraqê de dikin.

Piştî civînê jî di civîneke çapemeniyê de me balkêşande ser girîngiya serdana han û giftûgoyên bo baştir kirina têkiliyên du alî di warên curbicur de.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.