Şanda herêma Kurdistanê li Bexdayê ye

eger heye derbarê destpê kirina henarde kirina petrolê de rêkeftin were kirin.
کوردستان TV
100%

Nunerên kompaniyên petrolê jî di nava vê şandê dene.

Piştî serdana hefteya derbasbûyî ya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî yabo Bexdayê, îro jî şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê yaku, têde jî nunerên kompaniyên petrolê hene, çûye Bexdayê.

Armanc ji vê serdanê giftûgo kirin derbarê dubare destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê û çareser kirina kêşeyên heyî yên li berdem destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê ye.

çavkaniyên hayedar qala vê yekê dikin ku, eger heye di navbera her sê aliyan de rêkeftinek derbarê hinarde kirina petrolê de were îmzekirin.

Weke tê zanîn beriya du hefteyan jî hikûmeta Îraqê daxwaz kiribû ku, civîneke bilez di navbera hikûmeta herêmê, hikûmeta federalî û nunerên kompaniyên henarde kirina petrolê kiribû.a

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.