Parêzgarê Wasêtê Serokatiya vê şandê dike.
Duhê bişev Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya şandek ji parêzgeha Wasêtê bi Serokatiya Waliyê vê parêzgehê û Serokê hevpeymaniya Wasêt Ecmel Mihemed Cemîl Meyahî kir.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa parêzgehan, astengiyên berdem aramî û geşe pêdana parêzgehên Îraqê hate kirin.
Di civînê de tekez li ser hemahengî û karên hevbeş yên di navbera herêma Kurdistan û parêzgehên din yên Îraqê bi taybetî parêzgeha Wasêtê hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin