Serokwezîr li gel şandeke Îranî civiya

Kurdistan û Îran têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Îranê hatiye kirin.

Îro pêncşem Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel şandeke Îranî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke Komara îslamiya Îranê bi Serokatiya Parêzarê Urmiyeyê birêz Mihemed Sadiq Muetemidiyan kir.

Di civînê de ku, Parêzgarê parêzgeha Sine birêz Îsmaîl Zareî, Parêzgarê Kirmaşanê birêz Mihemed Teyyib Sehrayî û hijmareke din ji rayedarên Îranî têde beşdarbûn, me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî, hevkarî û hemahengiyê di warên bazirganî û asankarî kirina bo hatûçûya torîstan di navbera her du aliyan de kir, bi taybetî amadekariyên pêşwazî kirina Bawermendên Îranî bo serdan kirina cîhên pîroz yên li Başûr û naverasta Îraqê.

Li ser pêwîstiya bihêztir kirin û pêşxistina têkiliyan li ser esasê berejwendiyên hevbeş hemfikir bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.