Dibêje Şingal û deverên din yên Kurdistanî bo me gelek girîngin.
Êvara îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Laleşê kir û piştî serdanê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Êvara îro me serdana perestgeha Laleşê kir li Qezaya Şêxanê û ji aliyê Mîrê Êzidiyan li Kurdistan û cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg û civata Rûhanî ya Êzidiyan ve hatin pêşwazîkirin.
Me ev yek dubare kir ku, Êzidî û Êzidatî yek ji ol û pêkhateyên resen yên Kurdistanê ne û çi ji destê me were bo zêdetir xizmet kirina wan emê bikin.
Me balkêşande ser girîngî û pêwîstiya normal kirina rewşa Şingalê û awedan kirina deverê û vegera serfirazane ya awareyan bo cîhên xwe.
Me tekez li ser vê yekê jî kir ku, Şingal weke tevahiya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya hikûmeta herêmê, bo me gelek girînge û mijara normal kirina rewşa Şingalê û deverên Kurdistanî yên din, yek ji mijarên sereke yên danûstandinên herêma Kurdistan û hikûmeta federalîne û daxwaz dikin li ser esasê destûrê û rêkeftinan kêşeyên wan navçeyan werin çareserkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin