Derbarê agirbesta li Xezeyê ev civîn hatibû lidarxistin.
Li gor nûçeyeke rojnameya Wall Street Jornal ya Amerîkî, civîna sê alî ya di navbera Amerîka, Misir û Îsraîlê yaku, li Qahêreyê bo giftûgo kirin derbarê şerê Xezeyê û ragihandina agirbestê de hatibû lidarxistin, bêencam bûye.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, mijareke din ya vê civînê taybet bûye bi îdare kirina deriya sînorî ya Refehê ya di navbera Xeze û Misirê de, lê nakokiyên kûr di navbera Îsraîl û Misirê de li ser koma Felestînî yaku, vê deriyê îdare bike hene.
Herwiha Misir di civînê de daxwaz kiriye daku, Îsraîl hêzên xwe ji deriyê Refeh vekêşe lê Îsraîl jî ev yek red kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin