24ê vê mehê li Papua Gîneya nû erd herifî bû.
Li gor daxuyaniyên rayedarên Papua Gîneya nû ya li başûrê deryaya hêmin, hijmara qurbaniyên herifîna erdê li vê welatî zêde bûye.
Rayedarên vê welatî diyar kirine ku, heta duhê hijmara qurbaniyan nêzî 700 kesan hatibû eşkere kirin lê piştî lêkolînên dawî derketiye ku, hijmara rastîn ya qurbaniyên vê bûyerê zêdetir ji 2 hezar kese.
Hêjayê gotinêye ku, roja 24ê Gulanê li gundê Kaokalam ya li eyaleta Anga ya li Bakûrê Rojavayê Papua Gîneya nû erd herifî bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin