Duhê bişev Serokkomar û wezîrê derve yê Îranê canê xwe ji dest dabûn.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber can ji dest dana Serokkomar û wezîrê derve yê Îranê di encama bûyereke ketina kopterê de, peyameke sersaxî da gelê Îranê ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî Rêberatî, hikûmet û gelê Îranê dikin, jiber koça dawî ya Serokkomar Îbrahîm Reîsî û wezîrê derve Husên Emîr Ebdulahiyan û hevrêyên wan.
Daxwaz ji xwedê mezin dikin rihê wan rehmetiyan bi cenetê şad bike û sebir jî bide malbet, kesûkarên wan û gelên Îranê.
Di vê dema dijwar de hevxemî û piştîvaniya xwe bo gelên Îranê diyar dikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin