Duhê komeke din hatine vegerandin.
Li gor nûçeyeke çapemeniya Erebî duhê Serokatiya giştî ya ewlekariya Libnanê ragihandiye ku, hikûmeta vê welatî berdewame li ser vegerandina Penaberên Sûrî bo welatê xwe.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, hikûmeta Libnanê asankarî û hevkarî pêşkêşî wan Penaberên Sûriyeyê yên ku, dixwazin bi awayeke dilxwaz vegerin Sûriyeyê dike.
Her di vê çarçoveyê de duhê komeke din yaku, ji 460 kesan pêk hatiye ji Libnanê bo Sûriyeyê hatiye vegerandin.
Weke tê zanîn nêzî 2 miliyon Penaberên Sûrî li Libnanêne ku, 800 hezarên wan ji aliyê Netewên Yekgirtî ve hatine tomarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin