Konferansa Hewlêrê ya keş û hewayê destpê kir

vê çend gotar derbarê bandorên hişkesalî û keş û hewayê de werin pêşkêşkirin.
کوردستان TV
100%

Rayedarên Kurdistan û Îraqê têde beşdarin.

Beriya çend kêliyan li Hewlêrê konferansek bi navê konferansa guherîna keş û hewayê û bandorên vê li ser Kurdistan û Îraqê destpê kir.

Di konferansê de Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî, Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beşdarin.

Ji bilî rayedaran hijmareke zêde pispor û şarezayên keşnasiyê jî di konferansê de beşdarin û vê çend gotar derbarê rewşa keş û hewa û hişkesaliyê û bandora wan li ser Îraq û Kurdistanê werin pêşkêşkirin.

Herwiha nîqaş li ser bandorên hişkesaliyê li ser siyaset û abûrî jî tê kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.