Beriya 50 salan ji aliyê rejîma Baesê ve hatiye îdamkirin.
Roja 28ê meha Gulana 1974an hêzên ewlekarî yên rejîma Baesê li Bexdayê operasiyoneke berfire ya girtin û binçav kirinê dijî welatiyên Kurd bi taybetî çalakvanên çandî, siyasî û civakî lidar xistin û di encama vê operasiyona han de Şoreşgera Kurd Leyla Qasim li gel çar hewalên xwe hatin girtin.
Pişt re di roja 12ê Gulana heman salê de Leyla Qasim û her çar hewalên vê hatin îdamkirin.
Leyla Qasim ku, yekem jina Kurd û yekem jin bû li cîhanê ku, jiber karên siyasî were îdamkirin di sala 1952an li gundê Banemilê ya li Xaneqînê jidayik bûye, qonaxên destpêkê yên xwendinê li Xaneqînê qedandiye û pişt re jî li Kolêja civaknasî ya li Bexdayê dest bi xwendinê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin