Di Cotmehê de dest bi liv û tevgeran di nava vê benderê de tê kirin.
Wezareta veguhastinê ya Îraqê duhê sêşem ragihandiye ku, kar û projeyên nûjen kirin û mezin kirina bendera Faw ku, mezintirîn bendera Îraqêye ber bi dawiyê ve diçin.
Di daxuyaniya vê wezaretê de hatiye diyarkirin ku, vê di Cotmaha îsal de bendera Faw tê vekirin û liv û tevgerên bazirganî li vê benderê destpê dikin.
5 iskileyên nû yên mezin bi dirêjahiya 1750 metre hatine vekirin û iskileyeke din jî bi dirêjahiya 2 hezar metreyan weke cîhê depoyê hatiye amadekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin