Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Urdinê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel şandeke xwendina bilind û zanîngehên Urdinê civiya ku, pêk hatibû ji Dr, Memûn Eldobeyî Cîgirê wezîrê xwendina bilind ya Urdinê û Serokên 9 zanîngehên vê welatî û herwiha Konsulusê Urdinê yê li Hewlêrê Fûad Elmecalî.
Di civînê de şanda mêwan rola Serok Barzanî ya di nava prosesa siyasiya herêma Kurdistan û Îraqê, kûrtir kirina çanda bihevre jiyanê û geşe sendina herêma Kurdistanê bilind nirxand û rixmî tekez kirin li ser dostatî û têkiliyên dîrokî yên di navbera Urdin û Kurdistanê de hevdem amadebûna welatê xwe bo pêşde birina têkiliyên akademîkî û hevkarî û hemahengiya navbera zanîngehên her du aliyan diyar ki.
Her di heman civînê de Serok Barzanî behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û şahnişîna Urdinê de kir û spasiya Şah Ebdulah, hikûmet û gelê Urdinê kirk u, di qonaxên curbicur de hevsoz û alîkarê xelkê Kurdistanê bûne û tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên dostane yên di navbera her du aliyan de di warên curbicur de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin