Serokê herêmê û Fermandarê hêzên hevpeymanan civiyan

hevpeymaniya cîhanî berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.
کوردستان TV
100%


Behsa rewşa heyî ya li deverê de kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Joel Vaul kir û di civînê de giftûgo derbarê rewşa ewlekarî, leşkerî ya deverê û hevkarî û hemahengiya hevbeş de hate kirin.

Di civînê de ku, wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl jî têde beşdar bû, piştî pêşkêş kirina raporteke kurt derbarê kar û çalakiyên hevpeymanan li deverê de, her du alî li ser berdewamiya metirsiyên DIŞI li Îraq, Sûriye û deverê de hemfikir bûn û tekez li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya navbera hêzên hevpeymanan, hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de kirin.

Di beşeke din ya vê civînê de pêşhat û guhertinên nava prosesa reformên nava hêzên pêşmerge jî hatin nirxandin û di vê derbarê de her du alî tekez li ser girîngiya berdewamiya prosesa han kirin û piştîvaniya xwe jî bo vê prosesê diyar kirin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.