Serokwezîr û nunera NY behsa hilbijartinên Kurdistanê kirin

dibêje em piştîvaniya hilbijartinên azad û demokratîk dikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel nunera Sekreterê giştî yê NY civiya.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Janine Plaskhart civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê birêz Janine Plaskhart kir.

Babeta sereke ya civîna me girîngiya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bû.

Rixmî dubare kirina piştîvaniya xwe bo lidar xistina hilbijartinan, me balkêşande ser vê yekê ku, pêwîste hilbijartin di rewşeke normal, qanûnî û dûr ji binpê kirina destûrî, destwerdan û dîzayina pêşwext were kirin û rêz ji pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê, mafên pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê were girtin.

Me herwiha tekez li ser girîngiya rola civaka navnetewî bo çavdêrî kirina prosesa hilbijartinê kir daku, bi awayeke şefaf were birêvebirin.

Li ser nehêştina kêşe û arîşeyên berdem prosesa hilbijartinan û gehêştina aliyan bi çareserek bo parastina prosesa demokrasî û aramiya herêma Kurdistanê hemfikir bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.