Îro salvegera koça bikomî ya gelê Kurdistanê ye

koça komî bû destpêka qonaxeke nû bo gelê Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Beriya 33 salan bi miliyonan Kurdistanî dijî zordarî dest bi koça komî kirin.

Roja 31ê Adara 1991an gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê li dijî vegeriyana rejîma dîktator ya Besê û dijî zordariyê bi mebesta gehandina peyama xwe bo raya giştî ya cîhanê dest bi koma miliyonî ber bi sînorên welatên din ve kir.

Di vê rojê de gelê Kurd ku, dijî zordarî û vegeriyana rejîma Besê dest bi koça miliyonî kiribû, raya giştî ya cîhanî hejand û beşek ji welatiyan jî li ber serma û seqemê û beşeke din jî jiber birçîbûnê li çiyayên Kurdistanê û li ser sînoran canê xwe ji dest dan.

Ev koça han weke referandomek bû dijî vegera rejîma Besê bo Kurdistanê û encamên baş jî bi xwe re anî.

Rejîma dîktator ya Besê di dema koça miliyonî de jî êrîşên xwe dijî Kurdistaniyan doman û çend caran welatiyên Kurd kire armanca êrîşên xwe û di encama wan êrîşan de jî gelek kes şehîd û birîndar bûn ku, piraniya wan jin û zarok bûn.

Ev koça han ya bi komî bû sedem ku, civaka cîhanî êdî nikaribe li hember zordarî û zilima ku, rejîma Besê derheqê gelê Kurdistanê de dike bêdeng bimîne. Her jiber vê çendê roja 5ê Nîsana heman salê civata ewlekarî ya ser bi Netewên Yekgirtî civîneke bilez li dar xist û biryara 688 dijî rejîma Besê der kir û ev biryara han jî bû destpêka qonaxeke nû li Kurdistanê de û pişt re jî hêdî hêdî hikûmet û parlementoya Kurdistanê hatin avakirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.