Wezîrê navxwe serdana Konsulusxaneya Rûsyeyê kir

şeva 22ê Adarê li Moskowayê êrîşeke mezin pêk hatibû.
کوردستان TV
100%

Bi nuneratiya Serokwezîr çûye Konsulusxaneya Rûsyeyê.

Îro wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed bi nuneratiya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Konsulusxaneya Rûsyeyê ya li Hewlêrê kir.

Rêber Ehmed di vê serdana han de hevxemiya hikûmet û gelê Kurdistanê gehande hikûmet û gelê Rûsyeyê.

Weke tê zanîn şeva 22ê Adarê li Moskowayê çend endamên basikê Xorasan ya DIŞI êrîşî ser salonekê kiribûn û di ecama êrîşê de herî kêm 150 kes hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.