Netanyahu guhê nade kesekî û bi ya xwe dike

dibêje Îsraîl nikare dev ji armancên xwe berde.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê êrîşî ser Refehê bikin.

Rixmî huşdariyên civaka cîhanî yên derbarê destpê kirina operasiyona bejayî bo ser bajarê Refehê, Serokwezîrê Îsraîlê jî dibêje em dizanin berejwendiyên me di çi dene û baş dizanin çawe ewlekariya welat û gelê xwe biparêzin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di gotara xwe ya dawî de ragihandiye ku, Îsraîl li ser ji nav birina yekcarî ya Hemasê berdewam dibe û niha Refeh bûye navendek bo kom bûna çekdarên Hemasê lewre em nikarên dev ji armancên xwe berdin bo vê çendê emê êrîşî ser Refehê jî bikin û Hemasê liwir jî jinav dibin.

Netanyahu eşkere kiriye ku, bi destpê kirina operasiyona bejayî bo ser Refehê vê serkeftina mezin ya Îsraîlê were misogerkirin.

Ev di demekê deye ku, Amerîka, Urdin, Misir, welatên din yên Erebî û çend welatên Ewrûpî jî hûşdarî didin û dibêjin nabe operasiyon were kirin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.