Li gelek cîhên Îraqê debistan hatin daxistin.
Li gor çapemeniya Îraqê jiber ev pêla bihêz ya baran barînê, îro li gelek cîhên li Başûr û naverasta Îraqê debistan û dezgehên fermî yên hikûmetê hatine daxistin û metirsiya rabûna lehiyan jî heye û aliyên têkildar huşdarî dane.
Ji aliyeke din ve li gelek tax û kolanên Bexdaya paytext aveke gelek zêde kom bûye û hêzên hawar hatinê jî hewl didin rêên kolan û cadeyên Bexdayê yên ku, hatina daxistin paqêj bikin û vekin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin