10 part û aliyên siyasî piştîvaniya PDK dikin

dadgeha federalî destûr û mafên gelê Kurdistanê binpê dike.
کوردستان TV
100%

Duhê PDK helwesta xwe derbarê hilbijartinan de eşkere kiribû.

Piştî civîna duhê ya mekteb siyasiya PDK, bi daxuyaniyeke fermî PDK ragihand ku, jiber kiriyarên derqanûnî yên dadgeha federalî û binpê kirina destûr û mafên gelê Kurdistanê ji aliyê dadgeha federalî ve, biryar daye beşdarî di hilbijartinan de neke.

Piştî vê daxuyaniya han 10 part û aliyên siyasî yên Tirkmen û Mesîhî jî daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ragihandin ku, nehêştina korsiyên kotaya pêkhateyan binpê kirina mafê wane û binpê kirina destûrê ye lewre ev jî weke part û aliyên siyasî yên pêkhateyên li Kurdistanê de piştîvaniya biryara partiya demokrata Kurdistanê dikin û ev biryara han bi biryareke erênî dinirxînin û tekez li ser vê yekê dikin ku, PDK hertim parêzerê mafê tevahiya pêkhateyan bûye û ti hilbijartinek jî bêyî PDK serkeftî nabe.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.