Mesrûr Barzanî: Lazime Tawanbarên DIŞI werin darizandin

UNITAD spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokê tîma UNITAD civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê tîma UNITAD civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Şêwirmendê taybetî yê Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî û Serokê tîma lêkolînên navdewletî li ser tawanên DIŞIê birêz Christian Ritcher kir ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Serokê tîma UNITADê spasiya xwe û tîma xwe bo hemahengî ş hevkarî kirina dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê li gel tîma UNITADê bo ser xistina erkên tîmê di warê kom kirina û erşîv kirin û dîcîtalîze kirina belgeyên tawanên terorîstên DIŞIê û hewldan bo darizandina wan diyar kir.

Me jî tekez li ser girîngiya parastina mafên qurbaniyên destê terorîstên DIŞI û qerebû kirina wan û berdewamiya piştîvaniya navnetewî bo darizandina tawanbarên DIŞIê kir.

Herwiha tekez li ser vê yekê jî kir ku, lazime tawanbarên DIŞIê li ser tawanên xwe yên ku, tawanên cengî û komkujîne werin darizandin û bo vê yekê jî hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser domandina hevkarî û hemahengiyên xwe yên li gel civaka navnetewî.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.