Behsa reformên bankî yên li Kurdistanê de hate kirin.
Êvara îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya rayedarên du bankayên mezin yên li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Êvara îro me pêşwaziya şandeke civata birêvebirinê ya bankaya Bexdayê û bankaya Urdinî Kuwaitî bi Serokatiya Serokê civata birêvebirina bankaya Bexdayê birêz Macid Elsaêdî kir.
Di civînê de ku, Serokwezîrê berê yê Urdinê û endamê civata birêvebirina bankaya Bexdayê birêz Ebdulkerîm Elkebarîtî jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê derfetên cîhbicîh kirina kar û projeyên hevbeş li gel hikûmeta herêma Kurdistanê de bo pêşxistina sîstema bankî û pêşde birina abûriya Îraq û herêma Kurdistanê kir.
Me behsa reformên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê sîstema bankî û dîcîtalîzekirina xizmetgozariyan û pere dayîna dîcîtalî kir û herwiha balkêşande ser berdewamiya projeya hijmara min û ragihand ku, li gel birêz Serokwezîrê federalî û parêzgarê bankaya navendî di nava têkiliyan dene derbarê çend destpêşxeriyên têkildar bi pêşde birina sîstema bankî bi hemahengî û li gor şert û mercên bankaya navendî ya Îraqê.
Şanda mêwan ecîbmayî bûna xwe li hember ast û pêşveçûna projeya hijmara min û hizra me ya derbarê pir cure kirina abûrî û pêşxistina sîstema bankî diyar kir.
Her du alî li ser girîngiya piştîvanî kirna hewlên hikûmeta herêma Kurdistanê bo reformên bankî hemfirkir bûn.
Bankaya navendî ya Bexdayê yek ji bankayên mezin ya bazirganî ya Îraqê û yekemîn banke li Îraqê ku, di sala 1992an de ji aliyê bankaya navendî ya Îraqê ve mohleta karkirinê stendiye û bankaya Urdinî Kuwaitî jî bankayekî Urdiniye ku, li çend welatên erebî de şaxên xwe hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin