Herî kêm 8 hezar welatiyên bêtawan şehîd bibûn.
Îro 16ê Adarê 36 sal bi ser kîmiyabaran kirina bajarê Helebceyê ji aliyê rejîma Îraqê ve, re derbas dibe.
Di encama vê tawana han ya hovanî û dijî însanî de yaku, bi gaza xerdil pêk hatibû, herî kêm 8 hezar Kurdistaniyên bêtawan li Helebceyê şehîd bûn û bi dehezaran kes jî birîndar bûn.
Ev tawana han ku, yek ji mezintirîn genocidên sedsala 20an bû, netenê li dijî şêniyên Helebceyê belku, li dijî xweza jîngeha vê deverê jî zirarên gelek mezin bi xwe re anî bû û hîn jî bandorên vê li ser jiyana xelkê û jîngeha deverê didomin.
Her çend bikerên vê tawana han hatin darizandin û cezakirin lê hîn jî birîndar û kesûkarên qurbaniyên vê tawanê weke pêwîst nehatine qerebûkirin, her çend di sala 2011an de bi biryara Serok Barzanî û parlementoya Kurdistanê biryara biparêzgeh kirina Helebceyê hate dayîn lê heta niha hikûmeta federalî ne amadeye rêkarên biparêzgeh kirina Helebceyê cîhbicîh bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin