Mesrûr Barzanî: Lazime ev tawanên han hertim di bîra me de bin

dibêje armanca vê tawana genocide kirina gelê Kurdistanê bû.
کوردستان TV
100%

Bi minas 36mîn salvegera kîmiyabaran kirina Helebceyê de peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi minasebeta 36mîn salvegera kîmiyabaran kirina Helebceyê de peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

 Di 36 mîn salvegera kîmyabaran û komkujiya bajarê Helebceyê de, em bi rêz û hurmet şehîdên bêguneh ên bajarê xweşewîst ê Kurdistanê bibîr tînin, ku bûne qurbaniyên hovîtiya rejîma berê ya Iraqê û bêdengiya civaka navdewletî.”

Armanca sereke ya vê tawanê û tawanên din ên rejîmên li pey hev ên Iraqê li dijî gelê Kurd, jênosîdkirina gelê Kurdistanê û jinavbirina nasnameya wî bû. Pêwîst e em hertim van tawanan bibîr bînin û me han bide ji bo parastina mafên xwe yên netewî û parastina qewareya Herêma Kurdistanê.”

Cihê mixabiniyê ye ku ji dema rûxana rejîma berê ve, hikûmetên li pey hev ên Iraqê amade nebûn malbatên şehîdên Helebce û qurbaniyên Enfal û tawanên din qerebû bikin ku ev mafekî rewa û destûrî yê gelê Kurdistanê ye, heta niha ne amade ye jî rêkarên barêzgehbûna Helebceyê temam bikin.

Em xizmeta xelkê Helebceyê bi erkê xwe dibînin û meha borî jî di serdana xwe ya bo parêzgeha Helebce de, me hemû daxwazên ku ji aliyê parêzgar û berpirsên îdarî yên vê herêmê ve hatibûn pêşkêşkirin, pesend kirin. Em hêvîdar in di paşerojê de zêdetir xizmeta xelkê welatparêz û fedakar ê Helebceyê bikin.”

Şehîdên karesata Helebçeyê û hemû jenosîdên ku li hember gelê Kurdistanê hatine kirin, her tim di bîra me de ne û nabe em ti carî rê bidin ku tiştek van tawan û rûreşiyan ji bîr me û ji bîra dewleta Iraqê û desthilatdarên Bexdayê bibe û divê bi berdewamî bibîra wan bînin ku divê gelê Kurdistanê qerebû bikin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

16.3.2024

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.