Rejîma Îranê dest danî ser barên 200 Kolberan

birîna hinek ji Kolberên birîndar dijware.
کوردستان TV
100%

Çend Kolber jî birîndar bûne.

Li gor zaniyariyên berdest duhê bişev hêzên çekdar yên rejîma Îranê li sînorê Merîwanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kiriye û di encama êrîşa han de çend Kolberên Kurd birîndar bûne ku, birîna hinek ji wan dijware.

Herwiha her duhê bişev çekdarên rejîma Îranê li sînorê Newsûdê li devera Hewramanê êrîşî ser karwaneke din ya Kolberan kirine û di encama êrîşa han de du Kolberên Kurd xelkê bajarê Ciwanroyê birîndar bûne ku, birîna yek ji wan dijware.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, di nava 24 seatên derbasbûyî de hêzên rejîma Îranê dest daniye ser bar û kelûpelên 200 Kolberan.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.