79 malbetên din vegeriyane Şingalê.
Birêveberatiya koç û koçberan ya li Dihukê ragihand ku, di çarçoveya prosesa vegera Şingaliyan bo ser warên xwe, duhê 79 malbetên din yên Êzidî yên ku, li parêzgeha Dihukê bicîh bibûn bo Şingalê vegeriyane.
Li gor daxuyaniya vê birêveberatiya han asankariyên hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî bo vegera Şingaliyan berdewamin û jiber hebûna wan asankariyan xelkê Şingalê jî berdewame li ser vegera xwe bo Şingalê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin