Serokwezîr dawî bi serdana xwe bo Amerîkayê anî

rayedarên Amerîkî tekez li ser piştîvaniya berdewam ya Amerîkayê bo Kurdistanê kirine.
کوردستان TV
100%

Îro gehêşte balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê.

Îro pêncşem 7ê Adarê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya 10 rojî de bo Amerîkayê vegeriya Kurdistanê.

Serokwzîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana han de li gel hijmarke gelek zêde ji rayedarên Amerîkayê weke wezîrê derve, Şêwirmendê civata ewlekariya nîştimanî û gelek Senator û Serokê komîteyên curbicur yên Kongrêsa Amerîkayê civiya û civîna wî ya herî dawî duhê bişev bû ya li gel Serokê berê yê Amerîkayê Jorge Bush.

Di wan civîn û hevdîtinan de Mesrûr Barzanî li gel rayedarên Amerîkayê, besa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê, kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û çend mijarên din kiriye û aliyên têkildar yên Amerîkayê jî tekez li ser piştîvaniya xwe bo Kurdistaneke bihêz û dom kirina piştîvaniya Amerîkayê bo Kurdistanê kirine.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.