Behsa ezmûna herêma Kurdistanê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel şandeke komîteya herêm û parêzgehan ya parlementoya Îraqê bi Serokatiya Xalid Samerayî civiya.
Di civînê de şanda mêwan stayîşa ezmûna herêma Kurdistanê ya derbarê pêşde birina karûbarên parêzgehan û ava kirina îdareyên serbixwe yên Zaxo, Soran û Raperînê û xwesteke xwe bo fêde wergirtin ji ezmûna herêma Kurdistanê di beşên din yên Îraqê de diyar kir.
Nirxandina rewşa siyasî ya Îraqê mijareke din ya vê civînê bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin