Ev êrîş piştî çiraya kesk ya Îranê pêk hatiye.
Li gor jêderên nûçeyan piştî ku, Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyê ferman bi hizbulaha Libnanê kiriye daku, êrîşên xwe dijî Îsraîlê berfire bike û bo vê yekê jî ji Sûriyeyê bo Libnanê çek hatiye veguhastin, duhê bişev hizbulah bi çend hajekan êrîşî ser Îsraîlê kir.
Jêderên hayedar ji deverê dibêjin ku, hizbulah 11 caran êrîş pêk aniye û bi giştî 30 hajek dijî Îsraîl ( cîhên leşkerî û medenî) bikar aniye.
10 hajek ji aliyê sîstema berevanî ya Îsraîlê ve hatine pûçkirin û derbarê zirarên hajekên din de jî heta niha ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Ji aliyê xwe ve piştî vê êrîşê, wezîrê berevanî yê Îsraîlê jî diyar kiriye ku, hizbulah bi wan kiriyarên xwe hatina dema herî hesas û dijwar bo xwe nêz kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin