Bi navê xwedê mezin û bexşinde
Bi minasebeta 33mîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê, pîrozbayî pêşkêşî malbetên serfiraz y ên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, tevahiya nîştimanperwer, têkoşer, azadîxwaz û tevahiya gelê Kurdistanê dikim.
Raperîn dom kirina xebata bi dehan salan û berhemê berxwedan, xwîna girse û hêzên xebatkar yên Kurdistanê bû û bû destpêkeke nû û omîdeke nû di jiyana gelê me de.
Daketina qadan ya xelkê li dijî dezgehên sitemkar û dagîrkeran peyameke gelek rûn û eşkere bû ku, rixmî bihêziya dagîrkeran lê îradeya jiyaneke serfirazane û azadîxwazî hertim di nava dilê Kurd de hebûye û dibe.
Destkeftên raperînê milkê gelê Kurdistanê û nibşên pêşerojê ne, di bîranîna raperîna Kurdistanê de tekez li ser vê yekê dikin ku, lazime destkeft, armanc û nixrên raperînê weke xwe bimînin û biparêzin û wan bihêztir bikin nabe di bin ti şert û mercekê de werin jibîrkirin anjî têkbirin.
Silav li rihê paqêjê şehîdên raperînê û tevahiya şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê.
Mesûd Barzanî
5ê Adara 2024
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin