Îro salvegera raperîna mezin ya Başûrê Kurdistanê ye

di encama raperînê de hikûmet û parlementoya Kurdistanê hatin avakirin.
کوردستان TV
100%

Di encama raperînê de rejîma dagîrker bi temamî ji Kurdistanê hate avêtin.

Îro 5ê Adarê 33 sal biser raperîna biheybet ya Adara 1991an ya li Başûrê Kurdistanê re derbas dibe.

Di encama raperînê de yaku, di destpêkê de li bajarê Raniyeyê destpê kir, tevahiya hêzên rejîma dagîrker li her aliyeke Kurdistanê, hatin dîlgirtin û rejîm û hêzên ser bi rejîmê jî ji Kurdistanê hatin avêtin.

Raperîna adara 1991an bû serdemeke nû di dîroka tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê de û raperîn bû sedem ku, hikûmet û parlementoya Kurdistanê jî werin avakirin.

Raperîna Adara 1991an ya ji bûyerên herî mezin û girîng yên dîrokî yên dawiya sedsala 20ane ku, bibû cîhê serenca tevahiya raya siyasî ya cîhanê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.