10 Hezîran li Kurdistanê de hilbijartin tê kirin.
Piştî ku, duhê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermaneke herêmî biryar da daku, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di 10 Hezîranê de werin kirin, Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê di vê derbarê de peyamek belav kiriye.
Konsulusxaneya Amerîkayê di peyama xwe de eşkere kiriye ku, piştîvaniya biryara Serokê herêmê ya derbarê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de dike û hêvî dike hilbijartineke serkeftî were kirin.
Her duhê jî Brîtanya û Franse bi heman awayî peyama pêşwaziyê ji vê biryarê belav kiribûn û hêviya hilbijartineke serkeftî xwestibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin