Nêzî 1 miliyon aware û penaber li herêma Kurdisanê dene

piraniya wan Penaberên Rojava û Sûriyeyê ne.
کوردستان TV
100%

Xerciya salane ya wan zêdetir ji 800 miliyon dolare.

Li gor raport û amarên navendên têkilidar niha li herêma Kurdistanê de 900  hezar û 467 aware û penaber li herêma Kurdistanê dene ku, 63 hezar û 174 kes ji wan awareyên navxweyî yên Îraqî ne.

Herwiha hatiye zanîn ku, 251 hezar û 475 Penaberên Rojava û Sûriyeyê, 7 hezar û 796 penaberên Bakûr û Tirkiyeyê û 8 hezar û 357 penaberên Rojhilat û Îranê jî li herêma Kurdistanê dene.

Ji bilî wan jî 652 penaberên Felestînî jî li herêma Kurdistanê de dijîn û sedî 30 ji wan aware û penaberan di nava kempan de dijîn û xerciya salane ya wan aware û penaberan 842 miliyon dolare.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.