Duhê li Îranê dengdan hatibû kirin.
Duhê li Îranê rejîm bo endamên parlementoyê, hilbijartin kiribû û li gor çapemeniya Îranî, hilbijartinên duhê derbeke dijwar bûye bo rejîma Îranê.
Di demekê de ku, Rêberê Îranê Elî Xamneyî gotibû ku, beşdariya sedî 40 di hilbijartinan de şermezariyeke gelek mezine, çapemeniya Îranê jî duhê piştî bi dawî hatina prosesa dengdanê, derket ku, rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinên duhê de kêmtir bûye ji sedî 40.
Li Rojhilatê Kurdistanê prosesa dengdanê rastî boykota Kurdan hat û ji bilî Kurdên ku, li gel rejîmê kar dikin ti Kurdeke din neçûye dengdanê û rejîma Îranê erê nekiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin