Li gel Serokwezîrê Kurdistanê civiya.
Di çarçoveya serdana xwe de bo Amerîkayê îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Senatoreke endama komîteya têkiliyên derve ya civata pîranya Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro li gel Senator birêz Tammy DeCorat endama komîteya têkiliyên derve ya civata pîran ya Amerîkayê civiyan.
Di civînê de bi awayeke kurt me behsa rewşa giştî ya Îraqê û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bi taybetî dabîn kirina şayisteyên darayî û para bûdceya herêmê û destpê kirina henarde kirina petrol û parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistanê û mafên pêkhateyan kir.
Senator Tammy DeCort jî piştîvaniya xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku, tevahiya hewlên xwe bo parastina herêma Kurdistanê û çareser kirina kêşeyên herêmê li gel hikûmeta federalî bitevger dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin